Kovareke be seri, be dezgeh, be manifesto u serbixwe Qijika Reş
Kovareke be seri, be dezgeh, be manifesto u serbixwe Qijika Reş
5. Oktober 2010
Me xwest em bi revebire kovare re, ango bi berpirsiyareki redaksiyone re biaxifin. Le jiber ku ew dixwazin xwe “be seri” ango a‐narşi nişan bidin, bi hev re, wek Malbata Qijika Reş bersiv dan. Ev kovar di sere Ilone de li Wane bi hejmara xwe ya yekem ji xwendevanen xwe re got ‘Merheba’ Di nav redaksiyona kovare de kesen ku xwe di hela ideolojik de anarşist dibinin ji hene, kesen ku xwe tene azadixwaz, cepgir, an ji demokraten beali dibinin ji hene. Ji hejmara duyem u peve we hewlbidin ku kurdi ji tevli nava rupelen xwe bikin u kovare bigihinin derveyi Wane, li hemu Kurdistane, ber bi bajaren Tirkiye ve, ta Ewrupaye.
We çima ev nav li kovara xwe kir? Qijik di wêjeyê de xwediyê çî metaforan e?
Di zimane me de derbare qijike de gelek gotinen nebaş hene. Di gelek cirok u helbesten kurdi de qijik wek heywaneke bexer, nexweşik u cepel derbas dibe. Wek sembola nifir u lanete ye. Dema ku di efsaneyeki de nave qijike derbas dibe paşe mirin, tometbari an ji gunehkari te. Ji bili canda cermesorken Amerikaye, qijik di her candi de wiha te binavkirin. Suce wan e heri mezin ew e ku goşte heywanen miri dixwin. Gelo mirov ji goşte heywanen miri naxwin? Ol ji ji qijike heznakin; Ji Ahita bere heta niha ev dijberti didome. Di Incile de, dema behsa Tufana Nuh dibe, nave qijike bexer derbas dibe; herwiha di hedisen Hz. Muhammed de qijik yek ji wan heywanan e ku kuştina wan ne guneh e. Ji ber ve qijik be xwedi u be evini, li her dere dinyaye digere, ji mirovan dur diji.
Sedemê ku we navê qijike li xwe daniye, divê tenê ne ev bin?
Bele gelek sedemen ereni hene. Qijik zirektir heywana li ruye diyaye ye. Tişte ku bixwe dixwe, tişte ku nexwe, ango ji ber ku ter e, vedişere. Dikare heta caran bijmere. Gelek lekolinen zanyari ispat kirine ku qijik di cekirin u bikaranina alawan de ji şempanzeyan ji zirektir in. Li Japonyaye qijik bo guze bişkenin metodeke ecebmayi kifşkirine. Guze digrin nav pencen xwe u difirin, dema ku lambeya trafike sor pedikeve, dadikevin u guze dixin bin tekere seyareki u disa difirin; lemba dibe kesk, seyar di ser guze re derbas dibe u dişkene, qijik ji paşe te guza xwe dixwe. Jiber van u gelek taybetmendiyen wan en din, me nave wan li xwe kir.
Gelo naveroka kovara we çawa ye, bi kîjan pêdiviyan hûn vê kovarê diweşînin?
Li bajare Wane, li diji bandora kapitalist a global a li ser jiyane, bi armanca ku bibin dengeki heremi, bi teoriyen wek anti‐otoriter, azadiya radikal em ketine re. Ev kovar li ser xaka Kurdistane dixwaze bibe denge anti‐otoriter u politikayeke azadiye ya heterodoks. Dengen ku li derveye dewlete, netewe u ole diminin, digihine hev. Ango platformeke rengin ya deng zede. Behtir anarşiya ku pişti metingeriye rudaye, ango anarşizma Post‐kolonyal we bibe politikaya weşana me. Le ne tene anarşizm, herwiha feminizm, anti‐militarizm, dijbertiya şer, sosyalzma liberter, otonom u anti‐kolonyalizm ji dibin mijaren me. Dengen ku bixwazin tevli denge me bibin, teoriyen li derveye dibistanan u koridoran, en ji nava jiyane we bibin rehevalen me. Em naxwazin bibin ew neynika ku dinyaye nişan dide, le dixwazin bibin mum a ku bine xwe roni dike.
Di kovarê de gelo ti hiyerarşî tuneye? Redaksiyon, edîtor, berpirs û hwd… An hûn bê serî ne?
Qijika Reş ji ber helwesta xwe ya ideolojik li himbere hemu hiyerarşi, revebiri, berpirsiyari u otoriteyan disekine. Em kovareke be seri, be dezgeh, be manifesto u serbixwe ne. Tene grubeke me ya kollektif heye ku kovare derdixe. Hemu kari ev gruba hevalan dike. Le di hela fermi de berpirsiyare weşane Sami Gorendag e, hevalen din en ku di dezgeya weşane de cih digrin ev in: Zozan Ozgokce, Ramazan Kaya, Bahattin Kizildogan, Alev Şahar, Ridvan Adsiz, M.Bulent Işik u Bilgesu Sumer e.
Zimanê kovarê çî ye? Kurdî heye an wê hebe?
Hejmara yekem ji ber hinek pisgirekan, tene bi tirki ye. Le ji hejmara duyem u pe ve em e ciheki giring bidin gotaren kurdi ji. Herwiha em e hinek gotaran wergerinin kurdi.
Hûnê di civakê de bangê kê bikin?
Civak tişteke ne original e, eklektik e u ji perceyen cuda pekte. Naverokeke we, armanc, meş u herikandineke we ya hevbeş tuneye. Herwiha armanca me tune ku em civake bikin bin deste xwe. Jiber ku dema tu bixwazi civake biki bindeste xwe, dive tu ew alaw u hezen ku civake birevedibin, wan ji biki bindeste xwe. Em dengen ku di civake de nikarin derkevin, yen ku ne azad in, dixwazin derxen peş. Muxataben me anarşisten li Kurdistane, komunisten liberter, feminist, homoseksuel, dijberen şer, dijberen leşkeriye ne
Li gor we di civaka Kurd de cûreyên wiha hene?
Beriya her tişti em dixwazin bejin ku em anarşisten tuj ninin. Di nav me de kesen ku xwe anarşist nabinin ji hene. Araşizm cavkaniyeke giring e ku em je sud digrin, le ne bi tene. Di civake de gotina anarşizme pir şaş wateyen xwe hene. Anarşizm ne teror e, ne tirsandine, ne erişen li nav bajaran en be wate ne. Anarşizm teoriyeke civaki ye ku ne bi jor ve dice, le li erde direj dibe. Dixwaze ku kesayet ji hemu otoriteyan azad bibe. Wek her civaki, di civaka Kurd de ji ev bingeh heye. Projeya ku siyaseta Kurd dixwaze ava bike, ‘Xweseriya Demokratik’ ji projeyeke li diji otoriteye ye. Ji bo ku li Kurdistane otonomen azd ben avakirin, teori u ezmuna anarşizme we gelek sud bide.
Perwerde an rexne? Wê polîtîkaya weşana we çawa be?
Herdu ji.
Ji bo pêşerojê çî planên we hene?
Navenda me li Wane ye. Alikariya hemu hevalen ku li Kurdistane, Tirkiye u Ewrupaye dijin, we me kefxweş bike. Em kovarebi reya hevalen dilxwaz belav dikin. Di demeke direj de dibe ku em weşan xaneyeke alternativ, an ji navendeke cand u hunere vekin
serchawe: http://efendisizler.blogsport.de/
Be the first to comment.